Bexda | Karwana otomobîlên balyozxaneya Awustralya rastî êrîsa bombeyî hat

28 August 2022 13:33 0 dîtin
Bexda | Karwana otomobîlên balyozxaneya Awustralya rastî êrîsa bombeyî hat

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku karwana otomobîlên balyozxaneya Awustralya ya li paytexta Iraqê Bexdayê rastî êrîşeke bombeyî hat.

Li gorî zanyariyên medya Iraqê, dema karwana otomobîlên balyozxaneya Awustralyayê xwestiya derbasî Herêma Kesk a Bexdayê bibe, bi bombeyeke li kêleka rê hatiye çandin hatiye hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku di encama teqîna bombeyê de, ti ziyaneke canî çênebûye, lê di yek ji otomobîlan de xisar çêbûye û piştre karwana balyozxaneyê derbasî cihê xwe yê li Herêma Kesk bûye.

Derbarê bûyerê de, hikûmeta Iraqê daxuyanî nedaye û hîn ti aliyekî berpirsiya bûyerê li xwe negirtiye.