Bexda | Serokê partiyeke Sîeyên Iraqê di otomobîla xwe de hate kustin

07 December 2023 19:55 0 dîtin
Bexda | Serokê partiyeke Sîeyên Iraqê di otomobîla xwe de hate kustin

PeyamaKurd - Li bakurê paytexta Iraqê Bexdayê, Serok û Damezrînerê Partiya el-Daî Fadil Al Marsumî, îro 7ê Kanûnê di otomobîla xwe de, hate gulebaran kirin û kuştin.

Li gorî zanyariyan, Marsûmî li devera Taciyatê ya bakurê Bexdayê di nav otomobîla xwe de ji aliyê hin çekdarên nenas ve hate kuştin.

Partiya Daî partiyeke siyasî ya Şîeyên Iraqê ye û sala 2008an hatiye damezrandin. Ew partî ji dema damezrandina xwe ve bi lîstên serbixwe tevlî hilbijartinên Parlemana Iraqê û civatên parêzgehan bûye. Di hilbijartinên parêzgehan ên18ê vê mehê de, El Daî bi lîsta Weteniyon tevlî hilbijartinan dibe.

Fadil Marsûmî bi dijatiya xwe ya komên wekî Heşda Şeibî dihat naskirin ku digot, divê ji bilî dewletê ti kom û partiyên siyasî çekan hilnegirin.