Ji her sê serokên Sîeyên Iraqê daxuyaniyên serxwesî û gefxwarinê
PeyamaKurd - Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, bi daxuyaniyeke nivîskî li ser kuştina Qasim Silêmanî serxweşî li hikûmeta Îranê kir.
Sadr kuştina Qasim Silêmanî weke, “Hedef girtina cîhadîst û şoreşgeran” bi nav kir û got ku ew amade ne Iraqê biparêzin.
Serokê Lîwayên Bedîr Hadî Amîrî li ser kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendîs banga yekrêziyê li hemû aliyên Iraqê kir û xwest Amerîka ji Iraqê bê derxistin.
Hadî Amîrî ku Serokê Hevpeymaniya Fetih e li parlamentoya Iraqê, operasyona kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendîs, weke, “tawana gelek qirêj” pênase kir.
Rêberê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî ku komeke çekdar a Şîe ye îdîa kir ku Amerîka û Îsraîl dê “bin bikevin” û got, “Berdêla xwîna Silêmanî dê bi dawîkirina Îsraîlê be.”
Xezelî banga amadebaşiyê li çekdarên xwe de kir û got, “Em dê destkefteke mezin bi dest bixin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin