Bi 2 dronên bombekirî êrîsî mala Mistefa Kazimî kirin: 'Mosekên xiyanetê baweriya me naskîne'

07 November 2021 10:54 0 dîtin
Bi 2 dronên bombekirî êrîsî mala Mistefa Kazimî kirin: 'Mosekên xiyanetê baweriya me naskîne'

PeyamaKurd - Bi du droneyên bombekirî êrîşî ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hate kirin, her çend destpêkê nûçeya birîndarbûna wî hat belavkirin, lê wî bi xwe nûçeya birîndarbûna Kazimî red kir û got, ew silamet e.

Hat ragihandin ku mala Kazimî ya li Herêma Kesk a Bexdayê îro berbangê bi droneyan êrîş lê hatiye kirin, destpêkê hat gotin ku Kazimî birîndar bûye, lê wî li twittera xwe ew nûçeya birîndarbûna xwe red kir û got ku ew silamet e û daxwaz ji hemû aliyan kir, xwe bigirin.

Kazimî got: “Ez berê û hîn jî projeya fedekarî ya Iraq û gelê Iraqê me, moşekên xiyanetê baweriya me naşikîne û îsrara hêzên me yên ewlehiyê yên qehreman ji bo parastina ewlehiya xelkê û bidestxistina maf û bicihkirina yasayê nahejîne.”

Piştî êrîşê behsa birîndarbûna hejmarek ji pasewanên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tê kirin, lê heta niha ti daxuyaniyek derbarê wê de nehatiye belavkirin.

Êrîş piştî wê tê ku doh bi hezaran alîgirên partiyên ku ji encamên hilbijartinan ne razî ne berê xwe dan Herêma Kesk a Bexdayê û dest bi mangirtinê kirin.