Bi besdariya sandeya herêma Kurdistanê ve Civata Gistî ya NYyê destpê dike
PeyamaKurd - Îro 74mîn civîna salane ya Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) dest pê dike û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê de beşdar dibe.
Biryar e îro civîna salane ya Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî bi beşdarî rêveber û nûnerên 193 welatên endam di wê rêxistinê de li baregeha sereke ya NYyê dest pê dike û guhartina keşûhewa, pirsgirêka Îranê û bazirganiya navdewletî jî mijarên sereke yên civînan dibin.
Rêvebirê Protokolê di Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê jî Helgurd Saleyî ragihand, di çarçoveya şanda Iraqê de Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di civînên salane yên Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê de beşdar dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin