Bi dehan sivîl hatin kustin: 'Rûsyayê hêza leskerî sand Kazaxistanê!'

06 January 2022 15:49 0 dîtin
Bi dehan sivîl hatin kustin: 'Rûsyayê hêza leskerî sand Kazaxistanê!'

PeyamaKurd – Hat ragihandin, piştî Serokê Kazaxistanê Qasim Comerd Tokayev di çarçoveya endamtiya Rêxistina Peymana Hevkariya Ewlekariyê de, ji bo destwerdana xwepêşandanên dijî bihakirina gazê û xirabûna rewşa aboriyê daxwaz kir, Rûsyayê hêzeke bi navê hêza aştiyê ji bo parastina saziyên dewletê û artêşê şandiye Kazaxistanê.

Derbarê mijarê de rayedarên Rêxistina Peymana Hevkariya Ewlekariyê dane xuyakirin ku hêza aştiyê ya rûsî ji bo parastina saziyên dewletê û artêşê derbasî Kazaxistanê bûye.

Herwiha hatiye diyarkirin ku balafirên kargo yên rûsî ew hêza aştiyê bo Kazaxistanê veguhestine ku di nav wan de yekîneyên daxistinê yên asmanî jî cî digirin.

Derbarê hejmara leşkerên bo Qazaxistanê têne şandin de di hurgilî nehatin belavkirin.

Li aliyê din jî xwepêşandanên li dijî bihayiyê û desthilata Kazaxistanê tevî ragihandina rewşa awarte li çend bajaran jî berdewam dikin û li gorî nûçeyên dawî ku di encama destwerdana hêzên ewlekariyê de bi dehan sivîl hatine kuştin û zêdetirî hezar jî birîndar bûne.