Bi Erdogan Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Dêrsim û Sirnexê ji wezîfeyê hatin dûrxistin

07 June 2024 12:10 0 dîtin
Bi Erdogan Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Dêrsim û Sirnexê ji wezîfeyê hatin dûrxistin

PeyamaKurd – Bi biryara ku bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Dêrsim û Şirnexê ji wezîfê hatin dûrxistin û li şûna wan navên nû hatin destnîşankirin.

Biryarên tayînkirinê yên ku ji teref Serokomariyê ve hatin dayîn di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Bi biryarê Serokê Lijneya Çavdêriya Dewletê (DDK) Yunus Arincî ji wezîfeyê hat girtin. Li şûna wî Salih Tanrıkulu hat tayînkirin.

Bi qerara ku bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, Serokê Lijneya Çavdêriyê ya Dewletê Yunus Arincî li gor xalên 2, 3 û 4emîn ên Biryarnameya Serokomariyê ya jimare 3 û xala 10emîn a Biryarnameya Serokomariyê ya jimara 5an ji wezîfeyê hat girtin. Endamê Lijneya Çavdêriyê ya Eyaletê Salîh Tanrikûlû ji bo serokatiya vala hat tayînkirin.

Dîsa li gor biryarê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgeha Uşakê Bulent Şahîn, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Düzceyê Tamer Kirbaç, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Dêrsimê Gürsel Ekmekci û Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Şirnexê Nazan Şener ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Li şûna kesên ku ji kar hatin avêtin Halîl Yucel wekî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Uşakê, Emrullah Aydin wekî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Dûzce Uşakê, Fethî Ateş wekî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Uşaka Dêrsimê û Osman Cebecî wek Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgeha Sînopê Uşakê hatin tayînkirin.