Erdogan: HUDA  PAR, xwedî helwesteke neteweyî ye

12 May 2023 16:00 0 dîtin
Erdogan: HUDA  PAR, xwedî helwesteke neteweyî ye

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, di bernameya ku li Pirtûkxaneya Millet a Enqereyê hat lidarxistin de bersiva pirsan da.

Recep Tayîp Erdogan, di çalakiya ku li Pirtûkxaneya Millet a Enqereyê hat lidarxistin de bersiva pirsan da.

Erdogan li ser pirsa, "HUDA PAR, di rabirdûya xwe de bi rêxistineke terorê re tê bibîranîn. Hûn Tifaqa Miletê rexne dikin ku girêdana wan bi HDP û PKKê re heye. Hûn di derbarê hevpariya HUDA PAR û AK Partiyê de çi dibêjin?” got ku

“Rewşa ku berê HUDA PAR bi wê rêxistina terorî hatiye bibîranîn, bi temamî lêgerîna HDPê ya rêyeke ku xwe rizgar bike ye. Carek pêwendiya HUDA PARê, bi vê rêxistia terorî re tuneye. Heger tiştekî wisa hebûya, ew ê ne pêkan bûya ku em bi hev re bimeşin.”

Erdogan got, "Hem ji aliyê welatparêziyê û hem jî ji aliyê neteweyî ve ew xwedî helwesteke wisa ye ku bi HDPê re nayê muqayesekirin. Madem ku dibêjin 'eleqeya me bi vê yekê re tuneye' ji ber ku HDP niha HUDA PARê bi vî rengî bi nav dike, em ê wan wisa qebûl bikin?

Rewşeke wisa ya HUDA PARê tuneye û teqez partiyeke siyasî ye ku hewil dide siyasî bibe. Hûn jixwe dizanin ku ew di van hilbijartinan de bi logoya xwe dikevin hilbijartinan. Ew jî ji bo wê yekê ye ku derfeta têketina parlamentoyê bi dest bixin û êdî di parlamentoyê de raman û dengên xwe bidin bihîstin. Rewşa HUDA PARê ev e. Ne pêkan e ku em bi takekesî van tiştên ku pê ve tên danîn, qebûl bikin.”