Erdogan: Em xwedî li Kurdên Kobaniyê derketin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 11ê Çile di gotareke xwe ya li Koşka Serokomariyê de, li ser mijara vegerandina penaberên Sûrî daxuyanî dan û got, “Em xwedî li Kurdên Kobaniyê û birayên Ereb ên ji herêmên din ên Sûriyê derketin.”
Erdogan di axaftina xwe de, li ser mijara PKKê û FETOyê rexne li welatên Ewropayê yên endamên NATO û Neteweyên Yekbûyî girtin û got: “Niha hin welatên endamên NATO û NY bûne stargeha wan.”
Di berdewamê de jî Erdogan li ser mijara koçberên Sûriyê yên li Tirkiyeyê diyar kir: “Me ti kesê ku xwe avêtiye welatê me, bi zorê neşandiye. Em xwedî li Kurdên Kobaniyê û birayên Ereb ên ji herêmên din ên Sûriyê derketin. Me li bawerî û koka ti kesî nenêrî. Çawa ku rewşa ewlehiya Bakurê Sûriyê (Rojava) baş dibe, vegera Sûriyeyên li welatê me bo malên xwe bileztir dibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin