Bi êrîsa asmanî hejmarek DAISî hatin kustin û stargehên wan hatin ruxandin

11 April 2021 17:07 0 dîtin
Bi êrîsa asmanî hejmarek DAISî hatin kustin û stargehên wan hatin ruxandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Diyale, li Çiyayên Hemrînê ji aliyê balafirên F-16 ve cihên xweveşartinê yên DAIŞê hatin bombebarankirin.

Şaneya Ragihadina Ewlehiya Iraqê daye xuyakirin ku piştî bidestxistina agahiyên derbarê stargeheke DAIŞê de, hêzên wan êrîşeke asîmanî pêk anîne û stargeh bi temamî hatiye rûxandin û çekdarên xwe tê de veşartibûn jî hatine kuştin, lê hejmara kuştiyan nehat eşkerekirin.

Herwiha Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Maroto jî li ser medya civakî da xuyakirin, "Balafirên şer ên hêzên asmanî yên Iraqê bi hevkariya ajansên îstîxbaratê li herêma çiyayê Hemrînê operasyoneke serkeftî pêk anîn. Balafirên F-16 ên Hêza Asmanî ya Iraqê hin cihên veşartinê yên DAIŞê rûxandin û çend çekdarên DAIŞê jî kuştin."