Bi fermana Serokwezîr ji bo Tendirustiya Helebceyê 4 otomobîl hatin dabînkirin
PeyamaKurd – Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo Rêveberiya Tendirustiya Helebceyê, 4 otomobîl hatin dabînkirin.
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Dr. Aso Hewêzî do di daxuyaniyekê de diyar kir: ‘‘Li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran rizamendî derbirî li ser dabînkirina çar otombîlan ji bo Rêveberiya Tendirustiya Helebceyê, 2 ambûlans û 2 otomobîlên xizmetguzariyê.’’
Dr. Aso Hewêzî da zanîn, dabînkirina van otomobîlan di berjewendiya giştî û zêdetir xizmetkirina hemwelatiyan li nexweşxane û damûdezgehên tendrustiyê yên sînorî li parêzgeha Helebce Şehîd bûye.
Herwiha Aso Hewêzî li ser navê Wezareta Tendirustîyê, spasiya palpiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji bo berdewam berfirehkirina xizmetguzariyên tendirustiyê li parêzgeha Helebceya Şehîd.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin