"Bi îhtimaleke mezin wê ji bo hilbijartina 18ê Hezîranê lihevkirinek çêbibe"
PeyamaKurd – Rayedarên hikûmeta AK Partiyê ji ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Reutersê re axivîn û diyar kirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dixwaze hilbijartina 18ê Hezîranê ku roja asayî ye were lidarxistin.
Rayedarekî hikûmetê ji Reutersê re got: "Gelek muhtemel e ku lihevkirinek çêbibe ku hilbijartin di 18ê Hezîranê de bên kirin."
Rayedarekî din jî got, erdhej ji bo lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de "zehmetiyên cidî" derxistiye holê. Lêbelê, çavkaniyên nêzîkî serokomar tekez dikin ku hukûmet dev ji fikra paşxistina hilbijartinên berê berdaye.
Rayedar diyar kir, Erdogan û Devlet Bahçelî wê ji bo biryara dawîn bicivin û wiha got, "Îhtîmala ku di 18ê Hezîranê de hilbijartinan pêk bînin dê lihevkirinek bê kirin."
"Her du serok wê ji bo 18ê Hezîranê bibêjin 'baş'"
Rayedarekî payebilind ê AKPê got, meyla di nava partiyê de her ku diçe girantir dibe ku divê hilbijartin di 18ê Hezîranê de bên kirin.
Rayedar got, "Erdogan û Bahçelî wê li ser mijarê biaxivin û biryara dawî bidin, lê niha 14ê Gulanê pir zû ye û her du serok jî ji bo 18ê Hezîranê dibêjin 'baş'."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin