Di 28ê Hezîranê de hilbijartina serokkomariya Îranê dê bibe

20 May 2024 23:29 0 dîtin
Di 28ê Hezîranê de hilbijartina serokkomariya Îranê dê bibe

PeyamaKurd – Piştî serkê Îranê Îbrahîm Reîsî bi heyeta xwe ve qeza helîkopterê derbas kir û mir, di şûna wî de ji bo 50 rojan cîgirê serokê Îranê yê yekem Muhammed Muxbir, ji bo demkî wê serokatiya Îranê bike.

Muhammed Muxbir îro ragihand ku wê hilbijartina serokê Îranê di 28ê Hezîranê de bibe. Li gor ragihandina ajansa Îranê ya IRNAyê; Muhammed Muxbir, serokê meclisa Îranê Muhammed Baqir Kalîbaf û serokê erka darazê  Gulamhuseyin Muhsin Ejei li ser roja hilbijartina serokê Îranê hevdîtin pêkanîn û biryara xwe dan.

Pêwiste kesên ku bixwazin bibin namzedê serokomariya Îranê, di navbera 30ê Gulanê û 3yê Hezîranê de seredana xwe bikin.