Bi ser Kabîneya Nehem a Kurdistanê de 3 sal derbas bûn: 884 proje hatin çêkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav sê salên dawî yên temenê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, zêdetirî 884 proje bi 840 milyar Dînaran hatine çêkirin.
Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 10ê Tîrmeha 2019an dest bi karê xwe kir û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara pêkanîna hikûmetê de ragihandibû, hemû kar ji bo berjewendiyên xelkê dikin û armanca wan xizmetkirin e.
Li gorî daneyan di sê salên temenê Kabîneya Nehem de, 840 milyar Dînar ji bo 884 projeyan xerc kirine.
392 milyar Dînar ji projeyên rêyan, 282 milyar Dînar ji bo projeyên şarewaniyê û 25 milyar Dînar ji bo projeyên elektirîkê hatine xerckirin.
Kabîneya Nehem bi 37 milyar Dînar jî ji bo hevkariya ligel cokaran, çend saylo ava kirine.
26 milyar Dînar ji bo sektora perwerde, 25 milyar Dînar jî projeyên bişticihbûnê, 22 milyar Dînar ji bo projeyên bendavan û 31 milyar Dînar jî ji bi sektorên cuda hatine xerckirin.
Ew proje, li gor pêwîstiya parêzgehan hatine bicihkirin ku li parêzgeha Hewlêrê 299 proje, li parêzgeha Silêmaniyê 277 proje, li parêzgeha Duhokê 233 proje û li parêzgeha Helebce jî 69 proje hatin cibicîkirin. Ji bilî wê jî 6 projeyên giştî hatin encamdan.
Tevî bicihanîna projeyan, hevkariya bi cotkaran re û dabînkirina 800 milyon lître gazewil ji bo wîstgehên berhemanîna elektirîkê, di heyama sê salên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 570 milyon Dolar qerz dane.
Herwiha Kobîneya Kurdistanê, 96 caran bi wezîr û berpirsên bilind ên hikûmetê çûneParlamentoya Kurdistanê û 275 caran jî beşdarî civînên komîteyên parlamentoyê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin