Xebat û xizmetên 4 salan ên Kabîneya Nehem a Kurdistanê...

10 July 2023 18:00 0 dîtin
Xebat û xizmetên 4 salan ên Kabîneya Nehem a Kurdistanê...

PeyamaKurd – Bi ser destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve tê birêvebirin, 4 sal derbas bûn.

Di nav çar salên xebatê de, ji bo zêdekirina dahata pirrengî û kêmkirina dahata petrolê gelek proje hatin çêkirin ku hê jî bi hezaran projeyên veberhênanê berdewam dikin.

Geşkirina veberhênanê karê bingehîn ê Kabîneya Nehem e

Veberhênan yek ji girîngtirîn sektorên ku Kabîneya Nehem a Herêma Kurdistanê ye ku kar li ser kiriye. Bername û planên taybet yên di vî dawî de jî derfet çêkirine ku bala kompanya û sermayedarên biyanî bikişîne da ku veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.

Yek ji armancên Kabîneya Nehem ji dema damezrandina wê ve berî çar salan ew bû ku giringiyê bide sektora sermayerazandinê, ji bo vejandina zêdetir a aboriya Herêmê Kurdistanê, dubare avakirin û peydakirina derfetên kar di sektorên cuda de.

Bi 13 milyar dolaran veberhênan hate kirin

Ji bo vê armancê jî, hikûmetê 276 projeyên cuda di nav 11 sektoran de, bi sermaya zêdetir ji 13 milyar dolaran, di çar salên borî de ji temenê Kabîneya Nehem de endam dan.

Li gorî amarên Desteya Veberhênanê li Herêma Kurdistanê, hikûmetê 276 proje di sektorên bazirganî, bankî, tenduristî, pîşesazî, xizmetguzarî, geştyarî, perwerde, çandinî, xanî, huner û werzişê de bi 13 milyar û 496 milyon û 118 hezar û 948 dolar cîbicî kirine.

Li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê projeyên veberhênanê

Li parêzgeha Hewlêrê, Kabîneya Nehem 122 projeyên weberhênanê bi sermayeya 10.1 milyar dolar, li ser rûbera zêdetirî 6 hezar donim cîbicî kirine.

Li parêzgeha Silêmaniyê jî, li ser rûbera zêdetirî 3 hezar donim, 72 projeyên sermayesaziyê bi sermayeya 2.2 milyar dolar hatine cîbicîkirin.

Li parêzgeha Duhokê jî Kabîneya Nehem di çar salên borî de, 51 projeyên weberhênanê li ser rûbera 2 hezar û 759 donim bi sermaya nêzîkî 600 milyon dolar cîbicî kirine.

Herwiha li parêzgeha Helebce jî du projeyên sermayesaziyê li ser rûberek 32.5 donim bi sermayeya 28.3 milyon dolar û 12 proje jî li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê li ser rûbera 1146 donim bi sermayeya 393 milyon û 621 hezar dolar hatin cîbicîkirin.

Di derbarê Îdareya Serbixwe ya Raperînê de jî, Kabîneya Nehem 5 projeyên veberhênanê li ser 21,1 donim, ku sermaya wê 12 milyon 478 hezar dolar e pêk anî.

Herwiha 3 proje di Îdareya Serbixwe ya Soranê li ser rûbera 34 donim bi sermaya 15 milyon û 257 hezar dolar cîbicî kirin.

Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî, 9 projeyên sermayerazandinê li ser rûbera 394 donim, ku sermaya wê 44 milyon 580 hezar dolar tê texmînkirin, hatine cîbicîkirin.

Sermayedarên biyanî projeyên nêzî 5 milyar dolaran bicîkirin

Li gor amarên Desteya Veberhênanê, sermayedarên biyanî li Herêma Kurdistanê 3 proje bi sermaya 4 milyar û 962 milyon û 407 hezar û 800 dolaran cîbicî kirine. Ji bilî 3 projeyên hevbeş di navbera sermayedarên navxweyî û biyanî de, ku sermayeya wan 37 milyon û 384 hezar dolar e.

Li gor amarên Desteya Veberhênanê, hejmara projeyên veberhênanê yên ku ji aliyê sermayedarên navxwe ve hatine cîbicîkirin, gihîştiye 270 projeyan, ku sermaya wan 8 milyar û 496 milyon û 327 hezar dolar e.

Roja 19ê Hezîrana borî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi amadebûna hejmareke mezin ji konsulên giştî û nûnerên dîplomatîk ên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê, sermayedarên navxweyî û biyanî û odeyên bazirganî, merasîmek lidar xist û tê de markeya veberhênanê li Kurdistanê û malpera “Kurdistan Investment” da destpêkirin.

Bi Kurdistan Investment kişandina sermayedarên biyanî

Desteya Veberhênana Kurdistanê bi rêya “Kurdistan Investment” hewl dide ku sermayedarên biyanî ji bo veberhênana di sektorên curbicur de, bikişîne Herêma Kurdistanê, ew jî bi riya pêşkêşkirina zanyariyan li ser karûbarên veberhênanê yên li Herêmê, şirovekirina rêkarên yasayî û îdarî û balkişandina ser hêsankariyên ku ji biyaniyan re têne pêşkêşkirin.

Dijîtalkirina xizmet, kar û xebatên hikûmetê

Îdareya elektronî, hikûmeta elektronî û hikûmeta hişmend, sê xelekên sereke yên hikûmeta dîjîtalî ne û welatên pêşketî ji bo vê yekê qonax bi qonax gav avêtine, ev jî di karname û karên çar salên borî yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de reng daye.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka destbikarkirinê ve pêngavên baş avêtine, ku yek ji wan xetên sereke yên werçerxana dîjîtalkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, ji bo vê mebestê jî vîzyoneke sereke heta sala 2025an dariştiye, ku armanca wê, heta dawiya wê salê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe yek ji hikûmetên dîjîtal li ser asta Rojhilata Navîn û Kendavê.

Ji bo vê mebestê jî, bi planeke stratejîk kar li ser bingehên hikumraniya dîjîtal ji aliyê endezyarî û jêrxan û teknolojiya zanyariyê ve kar li ser xetên giştî yên vê proseyê kiriye, herwiha ji bo cîbicîkirina vê planê jî, amadekarî kiriye di rahênan û amadesaziya vê sermayeya mirovî de ku li Herêmê heye û piştre jî ji bo asayîş û parastina data û zanyariyan, hewla desteberkirina çavkaniya komkirina zanyariyên xurt û serdemî daye.

Domaina KRD kete xizmeta Kurdistanê

Herwiha yek ji karên sereke yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dirustkirina domaina KRD bû, ku tenê domaina Kurdî ye û di cîhana elektronîk de nûnertiya gelê Kurdistanê dike.

Tevî wê, dirustkirina datacenter a navendî ya hikûmetê ji aliyê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, ku dibe cihekî navendî ji bo komkirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi awayekî giştî û nêzîkî 400 xizmetguzariyan li xwe digre.

Hin sîstemên din di Kabîneya Nehem de hatine çêkirin, ji bo xizmetkirina welatiyan ku ji wan herî diyar ev in:

-       Sîstema zanyariyên nişteciyan

-       Sîstema birêvebirina û dayîna vîzeyê

-       Sîstema birêvebirina hatin û çûna li ser sînoran

-       Sîstema tomara niştimanî ya ragirtiyan

-       Sîstema tomarkirina saziyên bazirganî

-       Sîstema birêvebirina lîsteya mûçeyan

-       Sîstema forma dîjîtalî

-       Sîstema nûkirina zanyariyan

-       Sîstema piştrakirina navendî

-       Sîstema giliyên welatiyan

-       Sîstema birêvebirina yekeyên îdarî

-       Sîstema yekeyên jimêryarî

-       Sîstema piştgiriya ximzetên elektronî

-       Sîstema zanyariyên bîometrî

-       Sîstema nasîna şofêrê taksiyê

Sîstemên di qonaxên dirustkirinê de ne û di dema bê de diçin qonaxa temamkirinê:

-       Platforma komkirina zanyariyên projeya Hejmara Min

-       Malpera zanyariyên projeya Hejmara Min

-       Sîstema birêvebirina nivîsan

-       Sîstema bacdarên mezin

-       Sîstema Hec û Umreyê

-       Sîstema komkirina zanyariyên baca zevî û xaniyan

Pêngavên bo teknolojiya nûjen

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîngîdana teknolojiya modern dixwaze bikaranîna xizmetguzariyan ji aliyê welatiyan ve hêsan û bilez bibe û proseya kaxizkariyê nehêle, herwiha aktîvbûna saziyan di xizmetkirina berjwendiyên giştî de bilid bike.

Ji bo vê mebestê jî, beşeke mezin a karê wezaret û saziyên hikûmetê, di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi elektronî hatiye kirin û bi rêya Fermangeha Teknolojiya Zanyariyê û Ofîsa Taybet a Serokwezîr ve hêsankarî ji bo vê proseyê hatiye kirin û pêwîstî ji aliyê teknolojî û rahênanê ve, ji bo wan kesên di vî warî de kar dikin, hatiye rêkxistin.

Sektorên girîng ên xizmetguzariyên rojane hatine elektronî kirin ku hêsankarkiya mezin ji bo welatiyan kiriye, ji wan sîstema derkirin û nûkirina destûra şofêriyê û pêkanîn karûbarên fermangehên dadnûsiyê û sîstema kontrolkirina xerciyên hikûmetê û sîstema vîzeya elektronî, sîstema tomara bazirganî û hin warên din.