Îro bawerî bi Kabîneya Nehem tê dayîn: Bernameya 4 salan tê eskerekirin

10 July 2019 10:09 0 dîtin
Îro bawerî bi Kabîneya Nehem tê dayîn: Bernameya 4 salan tê eskerekirin

PeyamaKurd - Parlemana Kurdistanê îro 10ê Tîrmehê çarşemê dicive û baweriyê dide kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesûr Barzanî û cîgirê wî û wezîr sonda yasayî dixwin.

Li gorî zanyariyên berdest, Parleman amadekariyên civîn û dengdana li ser kabîneya nû û rê û resma sondxwarina serokwezîr, cîgir û wezîran temam kiriye. Pêkhateya Kabîneya Nehem bi Sewrokatiya Mesrûr Barzanî ji 19 wezîr û 3 wezîrên herêmê  pêk tê û 3 kes ji wezîran jin in.

PIŞTÎ BAWERIYÊ BERNAMEYA ÇAR SALÊN BÊ TÊ EŞKEREKIRIN

Piştî dayîna baweriyê bi kabîneya nehem, bernameya çar salên bê ya kabîneya hikûmetê li hola Parlemanê ji parlemantaran û raya giştî re tê diyarkirin.

Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî lîsteya pêkhateya kabîneya pêşniyarkirî radestî Parlemana Kurdistanê kiribû. Piştre Parlemanê CVyên namzedan dan Desteya Destpakiyê û duhî Desteya Destpakiyê encamên CVyan şand Parlemanê.

PÊKHATEYA KABÎNEYA PÊŞNIYAZKIRÎ WIHA YE:

1- Mesrûr Mistefa Barzanî: Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

2- Qubad Talebanî: Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

3- Ferset Ehmed Ebdula: Wezîrê Dadê.

4- Şoreş Îsmaîl Ebdula: Wezîrê Karûbarê Pêşmerge.

5- Rêber Ehmed Xalid: Wezîrê Navxweyî.

6- Awat Cenab Nûrî Salih Mihemed: Wezîrê Darayî û Aborî.

7- Saman Husên Mihemed Berzencî: Wezîrê Tenduristî.

8- Alan Heme Seîd Salih Mihemed: Wezîrê Perwerdehiyê.

9- Dana Ebdulkerîm Heme Salih Ebdulrehman: Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê.

10- Sasan Osman Ewnî Hebîb: Wezîrê Şarewanî û Geştûguzariyê.

11- Aram Mihemed Qadir Emîn: Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî.

12- Dara Reşîd Mehmûd: Wezîrê Plandanan.

13- Kiwîstan Mihemed Ebdula Merûf: Wezîrê Karûbarên Civakî.

14- Mihemed Seîd Elî: Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan.

15- Ebdula Mehmûd Mihemed San Ehmed: Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan.

16- Bêgerd Dilşad Şukrela: Wezîrê Keştûkal û Jêderên Avê.

17- Kemal Muslim Seîd Qerenî: Wezîrê Barzirganî û Pîşesazî.

18- Ano Cewher Ebdilmesîh Ebdoka: Wezîrê Veguhastin û Gihandinê.

19- Piştîwan Sadiq Ebdula: Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî.

20- Kemal Mihemed Salih Xelîl: Wezîrê Elektirîkê.

21- Xalid Selam Seîd: Wezîrê Herêmê.

22- Aydin Marûf Selîm: Wezîrê Herêmê.

23- Vala Ferîd Îbrahîm: Wezîrê Herêmê.