Bi tohmeta endamtiya PKKê li Qersê 19 kes hatin girtin

01 October 2020 11:25 0 dîtin
Bi tohmeta endamtiya PKKê li Qersê 19 kes hatin girtin

PeyamaKurd Bi tohmeta endamtiya PKKê, li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê 19 kes hatin girtin.

Li bajarê Qersê, îro hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di operasyonekê de, 19 rêvebir û endamên HDPê bi tohmeta endamtiya PKKê girtin.

Li gor hat eşkerekirin, Hevseroka şaredariya Qersê Şevîn Alacan û hin endamên din yên encûmena şaredariya Qersê, di wê operasyonê de hatine girtin.

Hefteya borî jî di derbarê bûyerên Kobaniyê yên sala 2014an de, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, bo 82 berpirsên HDPê,  biyara binçavkirinê hatibû dayîn. Operasyona îro jî berdewama wê operasyonê ye.

Do jî Şaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, ku bi hinceta bûyerên Kobanî pênc roj berê hatibû binçavkirin, destjikarvekişandina xwe ji şaredartiya Qersê ragihand.

Bîlgen li ser torên civakî peyamek belav kir û da zanîn, bi binçavkirinên neyasayî û kêfî, bi îradeya bajarekî re dilîzin. Lê ew rê nade vê yekê.