'Bi vegera PDKê re wê giraniya Kurdan li Kerkûkê ji nû ve zêde bibe'
PeyamaKurd - Berpirsê rêxistina baskê 3 yê PDKê Luqman Kakeyê, li ser vegera PDKê ya Kerkûkê got, “Bi vegera PDKê re wê gelek hevsengî li bajêr bên rastkirin û kurd dê careke din giraniya xwe bidest bînin.”
Kakeyî ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Xelkê Kerkûkê li benda vegera fermî ya PDKê ye. Bi vegera PDKê dê hêz vegere bo pirsgirêka kurd û dê bibe piştevanê partiyên din jî. Gelek hêviya xelkê bi PDKê heye li Kerkûkê. Xelkê vî bajarî tîyê azadiyê ye û li benda partiya bihêz e. Ji ber wê di proseyekê de, binkeya encûmena rêveberiya PDKê dê pêşkeşî zanîngeha Kerkûkê bê kirin.”
Berpirsê rêxistina baskê 3 yê PDKê diyar kir, “Vegera PDKê bo Kerkûkê ji bo rasterêkirina proseya siyasî ya Kerkûk û Iraqê xwedî girîngiyeke taybet e. PDK, xwedî hêzeke zelalkirinê ye li Iraqê û giraniya wê heye, hesab bo wê tê kirin. Ev veger bûye daxwazeke gel û girseyî û daxwaziya serekî ya hemwelatiyên kurd ên parêzgeha Kerkûkê ye. Pêngaveke ji bo alîkariya asayîbûna rewşa siyasî û ewlehiya navçeyê ye.”
Herwiha Kakeyî da zanîn ku peyama PDKê û beşdarîya hilbijartinên parêzgehan ronî ye û got: “Peyama biratî û pêkvejiyan û asudeyî û xizmetguzariyê ye, ji bo xelkê û nirxdana bi girseya PDKê û malbatên şehîdan û hemwelatiyên asayî û pêkhate û aliyan e. Herwiha parastina nasnameya Kerkûkê, ji bo wê jî bendewariyên me yên baş derbarê encamên helbijartinê de hene.”
PDK îro bi fermî vedigere Kerkûkê û dest bi xebatên siyasî dike

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin