Ji ber xwepêsandanên Iraqê vegera PDKê bo Kerkûkê dereng ket
PeyamaKurd - Berpirsê Lîqa 3 ya PDKê li Kerkûkê Mihemed Xurşîd ji medya Kurdistanê re ragihand ku guftûgoyên ligel hikûmeta Iraqê derbarê valakirina baregehên dagirkirî li Kerkûkê bi dawî nehatine û ji ber xwepêşandanên li Iraqê wergirtina baregehan li Kerkûkê bipaş ketiye.
Ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê, meha borî, hikûmeta Iraqê biryar dabû hemû baregehên PDKê yên li Kerkûkê ku niha di destê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de ne, werin valakirin û ev biryara hikûmeta Iraqê jî rastî nerazîbûna Erebên Kerkûkê hatibû.
Mihemed Xurşîd got, “Li tevahiya navçe û nahiyeyên Kerkûkê baregehên me hene. Bi giştî 30 baregeh hatine dagirkirin ku 3 ji wan sereke ne û ji aliyê Heşda Wetenî û Heşda Şeibî ve hatine dagirkirin û heta niha jî nehatine radestkirin.”
Mihemed Xurşîd li ser paşketina vegera PDKê jî wiha axivî: “Wisa biryar bû meha borî, Baregeha Encûmena Serkirdayetiyê li Kerkûkê hatiba valakirin. Lê belê ji ber wê rewşa li Bexdayê rû daye, ew kar hinekî bipaş ket. Ji ber hindê ti demek nehatiye diyarkirin bo vegera PDKê bo Kerkûkê. Mijarê peywendî bi wê rewşa li Iraq û herêmê ve heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin