Biden bi pêwendiyeke telefonî bi Serokê Çînê Xi Jinping re axivî

19 March 2022 10:29 0 dîtin
Biden bi pêwendiyeke telefonî bi Serokê Çînê Xi Jinping re axivî

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi pêwendiyeke telefonî, bi Serokê Çînê Xi Jinping re axivî.

Li gor Qesra Spî ragihand, Biden ji Jinping re gotiye ger Pekîn ji bo dagîrkirina Ukrayna piştgiriyê bide Moskowê, ew ê encamên wê giran bin.

Qesra Spî bi daxuyaniyekê diyar kir, Biden û Jinping ji hev re dane zanîn ku ji bo rawestandina şerê Ukrayna û Rûsya, çareseriya dîplomatîk hewce ye.

Herwiha Berdevka Qesra Spî Jen Psaki eşkere kir, Serok Biden wê di hefteya pêş de, serdana Ewropa bike û li wir bi hevbendan re ser pêwendiyên Çîn û Rûsya danûstandinê bike.

Kanala dewletê ya Çînê jî destnîşan kir, Jinping ji Biden re diyar kiriye ku pevçûnên li Ukrayna kêrî tu kesî nayên.

Li gor kanalê Jinping gotiye: “Em naxwazin krîzeke wek a Ukrayna bibînin.”