Biden: Dayîna çekên goseyî ji Ukraynayê re biryarek pir dijwar bû
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Biden diyar kir, piştgiriya Ukraynayê ya bi bombeyên goşeyî "biryareke pir zehmet e" û wiha got: "Ji bo ez vê biryarê bidim qanihkirin demeke dirêj derbas bû."
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand, di çarçoveya alîkariya leşkerî ya 800 mîlyon dolarî ya ku wê ji envantera xwe pêk bîne de, wê çekên goşeyî bidin Ûkraynayê.
Di hevpeyvîneke ligel CNNê de, Serokê Amerîkayê Joe Biden behsa piştevaniya ji bo çekên goşeyî bo Ukraynayê kir.
Biden diyar kir, dayîna bombeyên goşeyî ji bo Ukraynayê "biryareke pir dijwar e" û got, ew li ser vê mijarê bi hevalbend û endamên kongreyê re axivîne.
Biden destnîşan kir, cebilxaneyên Ukraynayê qediyane û diyar kir, heta ku ji bo hilberîna cebilxaneyê kapasîteya têra xwe peyda bike ev piştgirî wekî 'serdemeke veguhêz' tê dayîn.
Biden anî ziman ku ew ne alîgirê peymana qedexekirina bombeyên goşeyî ne û wiha got: "Lê belê ji bo ku ez vê biryarê bidim qanihkirin demek derbas bû."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin