Biden: Em ê ji bo pêsxistina demokrasiya cîhanê 690 milyon dolar pêskes bikin
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden, soz da ku ji bo bernameya pêşxistin û bihêzkirina demokrasiyê li cîhanê 690 milyon Dolar were pêşkeşkirin.
Joe Biden di vekirina Duyemîn Lûtkeya Demokrasiyê de got, pêwîstiya demokrasiyê bi karê cidî û berdewam heye, bi taybetî îro ku ber bi baştirîn demokrasiyê ve diçin, ev jî ji ber pabendbûna serkirdeyên cîhanê bi bingehên demokrasî û sorbûna gelan li ser destpêgirtina wê ye.
Serokê Amerîkayê diyar kir: “Em li ber serdem û guherîneke dîrokî ne, em û hevpeymanên me di demên hestyar re derbas dibin ku pêwîstiya me bi demokrasiya zêdetir û bihêztir heye ji bo rûbirûbûna rejîmên dîktator.”
Biden bal kişand ser ku ew ligel Kongreyê kar dikin ji bo dabînkirina bi qasî 690 milyon Dolaran ji bo bihêzkirina bernameya demokrasiyê li hemû cîhanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin