Biden: Ez bawer im em dikarin balafirên F-16 bifrosin Tirkiyê

13 July 2023 12:33 0 dîtin
Biden: Ez bawer im em dikarin balafirên F-16 bifrosin Tirkiyê

PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir, ew di wê baweriyê de ne ku Tirkiye wê piştgiriya Swêdê ya beşdarbûna NATOyê bidomîne û ew jî dikarin balafirên xwe yên şer F-16 bifroşin.

Biden piştî Civîna NATOyê ya li Lîtvanyayê, beriya ku li balafira Fînlandiyayê siwar bibe bersiv da pirsên rojnamevanan.

Li ser pirsa gelo Senatorê New Jersey Bob Menendez ku li dijî firotina balafirên F-16 ji Tirkiyê re ye yan na, wê dev ji îtîraza xwe berde yan na, Biden got, "Ez di wê baweriyê de me ku Tirkiye wê piştgiriya ketina Swêdê ya nav NATOyê bike û em dikarin wan F-16an bifroşin."

Biden herwiha diyar kir, hevdîtina wî ya dualî ya bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de pir baş derbas bûye.

Biden bal kişand ser beşdarbûna Ukraynayê ya di NATOyê de û wiha got: "Ne heta şer bi dawî bibe. Tişta ku Zelensky fam dike ev e, ferq nake ew niha di NATOyê de be, heta ku sozên ku ji hêla hevalbendan ve hatine qebûl kirin hebe."