Biden: Ez bi polîsê New Yorkê bawer im

04 April 2023 16:30 0 dîtin
Biden: Ez bi polîsê New Yorkê bawer im

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ew ne di xema xwepêşandanên çaverêkirî yên ji bo Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de ye ku sibê derkeve pêşberî dadgehê û baweriya wî bi Gerînendehiya Polîsan a New Yorkê heye.

Joe Biden, di serdana xwe ya Minneapolis û Minnesotayê de serdana santrala elektrîkê ya ku hîdrojena paqij hildiberîne kir.

Biden, li wê derê axaftinek kir û di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya sexbêriya sotemeniyê û enerjiyên paqij. Biden, di vê çarçoveyê de qala veberhênanên ku di bin rêveberiya xwe de kirine kir û li ser pirsên rojnamevanan ên di derbarê fikarên aloziyê yên li ser darizandina Donald Trump de wiha bersiv da:

"Na, ez ji Gerînendehiya Polîsan a New Yorkê bawer im."

Li ser pirsa, “Gelo ew bi pergala qanûnî ya heyî bawer dike? Biden got, “Erê"

Ji Koşka Spî, banga aştiyê hat kirin

Cîgira Berdevka Koşka Spî Olivia Dalton jî ji gel xwest ku di dema xwepêşandanên xwe de aştiyane bimînin.