Joe Biden: Ez bawer nakim çeka nukleerî bê bikaranîn
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden ê ku çend roj berê fikarên xwe yên bikaranîna Rusyayê ya çeka nukleerî ragihandibûn, şîroveyên nû kirin. Biden got ku ew bawer nake Vladimir Putin, çeka nukleerî bi kar bîne.
Joe Biden, bi rêya bernameyeke ku di CNNê de beşdar bûbû de siyaseta giştî nirxand. Biden, di axaftina xwe de bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê jî û li ser pirsa fikarên çeka nukleerî ya Rusyayê van nirxandinên nû kirin:
“Ez nafikirim ku ew vê yekê bike. Lê kesekî ku rêberekî cîhanî be û hêza herî mezin a nukleerî di destên wî de be û li ser bikaranîna çeka nukleerî ya li dijî Ukraynayê daxuyaniyan bide, ev li gorî min bêberpirsiyarî ye.”
Li ser pirsa ‘Gelo dê ligel Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin hevdîtinek çêbibe yan na?’ Biden bersiveke bi vî rengî da:
“Niha ji bo ku ligel Putin hevdîtinek çêbibe, ez sedemekê nabînim. Heger mijareke hevdîtinê ya ligel Putin çêbibe, ez ê li ser mijara serbestberdana basketvanê Amerîkî Brittney Griner biaxivim.
Di hevdîtineke ku Ukrayna tunebe de ez bi Rusyayê re li ser mijara Ukraynayê naaxivim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin