Biden: Ez nafikirim ku Rûsya çeka nukleerî bikar bîne!
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser gefên Rûsyayê yên bikaranîna çekên nukleerî û cemidandina Peymana START a Nû ya kêmkirina çekên nukleerî, ji televizyona ABC News a Amerîkî re axivî.
Joe Biden, biryara Rûsyayê ya cemidandina Peymana STARTê wekî xetayeke mezin bi nav kir û got, "Lê belê ez ji vê encama ku (Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn) çeka nukleerî yan jî tiştekî wekî wê bikar bîne dernaxim.”
Biden, destnîşan kir ku ew dikarin vê pirsê çareser bikin û diyar kir, peymanên kontrolkirina çekan di berjewendiya herdu aliyan û cîhanê de ye.
Herwiha Biden gotiye, ti delîleke ku wê fuzeyên nû yên nukleerî û yên balîstîk ên parzemînî bikar bînin li ber destê wan nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin