Biden gera xwe nîvco hist û dadigere Washingtonê
PeyamaKurd – Piştî di navbera Îran û Îsraîlê de dijminahî zêde bû, serokê Amerîkayê Joe Biden bernama xwe ya Delaware nîvco hişt û wê dagere Washingtonê. Ragihandin ji Koşka Sipî hat kirin.
Koşka Sipî di ragihandina xwe de got ku wê Biden bi şêwirmendên xwe re li ser gengeşe û dijberiyên Rojhilata Navîn de ji bo şêwra xwe bike, bernama xwe nîvco hiştiye û daigere Washingtonê.
Îran ragihandibû ku wê bersiva êrîşa Îsraîlê ya ser balyozxana li Şamê ya di 1ê Nîsanê de bide.
Sedema dagera Biden bi piranî li ser îhtîmala êrîşa Îranê ya ser Îsraîl e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin