Biden hisyar kir: Cîhan dê bikeve belayê!

11 May 2023 14:30 0 dîtin
Biden hisyar kir: Cîhan dê bikeve belayê!

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî da ku divê di lêçûnan de bi berpirsiyarî bê tevgerîn lewra heger Amerîka bikeve tengasiyê, dê li cîhanê bela derkeve.

Joe Biden, di bernameya ku li New Yorkê beşdar bû de axivî û diyar kir ku rêberên cîhanê li ser xetereya nepenîtiyê ya li Amerîkayê meraq dikin. 

Biden got, "Lewra heger Amerîka bikeve tengasiyê, dê hemû cîhan bikeve tengasiyê û dê cîhan bikeve belayê.”

Joe Biden, qeyrana sînorê deynan wekî "qeyrana çêkirî" bi nav kir û got ku Amerîka aboriya herî bihêz a cîhanê ye û guman tuneye ku ew dikare hesabên xwe bide.

Serokê Amerîkayê bi berdewamî got, "Bêyî ku qeyraneke ne hewce derkeve, divê em bi berpirsiyarî lêçûnên xwe qut bikin û kêmasiyê kêm bikin.”