Biden sedema di xew re çûna xwe bi ger û gestên zêde ve girê da
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden, performansa xwe ya nebaş a weşana zindî ya yekemîn nîqaşa beriya hilbijartina serokatiya DYAyê ya meha Mijdarê ya bi hevrikê xwe Donald Trump re bi ger û geştên zêde û "jet-lag"ê ve girê da.
Biden di axaftina xwe ya di çalakiya komkirina alîkariyê ya ku li Virginiayê hat lidarxistin de, di derbarê nîqaşa weşana zindî ya ku şeva 27ê Pûşperê bi Donald Trump re kir de daxuyanî da.
Biden diyar kir ku beriya niqaşa weşana zindî ya bi hevrikê xwe Trump re, wî pir ger û geştan kiriye û got: "Ev ne karekî jîrekî bû, lê belê ev nabe sedem. Min tenê xwest ez mijarê rave bikim."
Biden performansa xwe ya nebaş a di nîqaşê de bi geştên xwe yên vê dawiyê û "jet-lag"a ku wî di encamê de dît ve girêda û got, "Min guh neda personelên xwe yên propagandayê. Ez hema li ser sehnê di xew de çûm."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin