Biden soz da ku wê desteka leskerî bide welatên rojhilatê Awrûpayê

23 February 2023 00:53 0 dîtin
Biden soz da ku wê desteka leskerî bide welatên rojhilatê Awrûpayê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden soz da eger Rûsya êrîşê welatên rojhilatê Awrûpayê yên hevkarê NATO yê bike, wê desteka leşkerî bide wan dewletan. Biden got ku wê her santimetra axa NATO yê biparêzin. Biden ragihandina xwe di civîna li Variovayê ya li bajarê Bukreşê di civîna nehqolî de kir. Biden weha got:

“Eger êrîş were ser endamên Rêxistina NATO yê wê xala 5em bikeve dewrê û xala 5em ji bo Amerîkayê xaleka pîroze. Em ê her santîmetra NATO yê biparêzin. Hun weke perê rojhilatê NATO yê, xeta eniyê diparêzin. Di şerê Ûkrayna de hun dizanin her tişt çawa dimeşe. Ne tenê Ûkrayna lê wê demokrasiyên li temamê Awrûpa û dinyayê bên parastin.

Rawestandina paymena START ê an ku kêmkirina belavbûna çekên nukleerî ji aliyê Rûsya de xetayekî mezine.”