Bîlançoya felaketa lehiyê giran dibe: Herî kêm 10 mirî û bi dehan kes winda ne
PeyamaKurd – Di encama rabûna lehiyê li bajarên Semsûr û Riha yên Bakurê Kurdistanê de, hejmara qurbaniyan zêde dibe. Li gorî agahiyên dawî, heta niha 10 kesan can daye û hîn jî gelek kes winda ne.
Ji şevê din ve li bajarên Bakurê Kurdistanê baraneke xurt dibare û ji ber barana zêde li bajarên Riha û Semsûrê lehî rabûn, otomobîl, xanî û xelk di ber lehiyê de çûn.
Bîlançoya herî giran a lehiyê li bajarê Rihayê derket holê ku rêyên sereke yên bajêr û pire herifîn û di bin avê de man. Gelek kes bi hewldanên xwe rizgar bûn û hîn gelek welatî jî winda ne.
Hat diyarkirin ku heta niha tenê li Rihayê 9 kesan can daye û li bajarê Semsûrê jî konteynereke ziyanmendên erdhejê ketiye ber lehiyê û kesekî can daye û 3 kes jî winda bûne.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmên lehiyê berdewam dikin û agahiyên windabûna hejmarek zêde kesan têne belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin