Bîlançoya Rojava û Sûriyeyê ya erdhejê zêde bû: 3 hezar û 800 kesan jiyana xwe ji dest dan

10 February 2023 14:35 0 dîtin
Bîlançoya Rojava û Sûriyeyê ya erdhejê zêde bû: 3 hezar û 800 kesan jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd –  Hat ragihandin, hejmara kesên li Rojava û Sûriyeyê di encama erdhejên navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dane 3 hezar û 800 kes derbas kiriye.

Piştî erdhejên 7,7 û 7,6 ên li Mereşê pêk hatin, li Rojava û Sûriyeyê ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 3 hezar û 800 derbas kir.

Li herêmên di bin kontrola hikûmetê de hezar û 768 kes mirin û hejmara birîndaran derket 3 hezar û 785an. Li herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola komên çekdar û bajarê Efrînê yê Rojava de hejmara kuştiyan derket 2 hezar û 60’î û 3 hezar û 150 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin, li seranserê welêt nêzî 200 zarok mirin.

Ji ber erdhejan zêdetirî 900 avahî hilweşiyan û nêzî 2 hezar avahî jî zerar dîtin. Zêdeyî 7 hezar kes koçber bûn. Di dema ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, bi beşdariya tîmên Tûnis û Venezuelayê, ji Herêma Kurdistanê, Iraq, Rûsya, Lubnan, Cezayîr, Behreyn, Misir û Îmarat jî alîkarî tên.

Ji aliyê din ve endamê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji rêveberiya krîzê, parastina sivîl û alîkariyên mirovî Janez Lenarcic jî got, wî daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir, hemû deriyên sînorî yên heyî ji bo bikaranîna rêxistinên navdewletî veke da ku bi awayekî bi bandor alîkariyan bigihîne Sûriyê.

Lenarcîç got, "Eger hemû xalên derbasbûnê yên heyî ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve bên bikaranîn, wê alîkariya me pir hêsantir be."

Di rojên derbasbûyî de berpirsên Netewên Yekbûyî ragihandibûn ku ji ber ziyanan alîkariyên ji bo Sûriyê di ser Tirkiyê re hatine qutkirin. Do karwanê alîkariyên ewil gihîşt welêt.

Di daxuyaniya ku ji alî Wezareta Xezîneyê ya Amerîka ve hat dayîn de hat ragihandin, lîsansa giştî ya Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî (OFAC) ji bo Sûrîyê hatiye dayîn ku destûrê dide hemû danûstandinên alîkarîya erdhejê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, bi lîsansa giştî ya navborî, ji bo hemû çalakiyên têkildarî erdhejê yên ku li gorî Rêziknameya Cezayên Sûriyeyê hatine qedexekirin, wê 180 roj îstîsna were dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, bernameyên mueyîdeyên Amerîkayê alîkariyên mirovî yên rewa hedef nagirin û ev îstîsnaya hatiye dayîn nîşana pabendbûna Amerîkayê ya ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê di krîza erdhejê ya ku dewam dike de ye.

"Rêvekirina sizayan bi tenê dikare piştrast bike ku her çend rejîma Esed nikaribe kêşeyên xwe yên avahî û taktîkên hovane yên demdirêj paşve bikşîne, ew ê rêgiriyê li alîkariyên rizgarkirinê yên pêwîst piştî vê karesatê neke."

Di daxuyaniya Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Amerîkayê (USAID) de hat ragihandin, di çarçoveya hewcedariya lezgîn a alîkariya însanî ya li Tirkiye û Sûriyeyê de wê 85 milyon dolar alîkariya zêde were kirin.

Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir, ew hewl didin piştevaniya kesên ku ji ber erdheja li Sûriyê zerar dîtine bikin û got, alîkariyên ji Sûriyê re hatine şandin bi rêya rêxistinên ku Amerîka piştgiriya wan dike re derbas bûne ku ev alîkarî tenê ji bo xelkên ji erdhejê ziyan dîtine, ne ji rêjîma Beşar Esed re.