Ji NY bîlançoya giran a erdhejê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Ofîsa Karûbarên Mirovî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), OCHAyê bîlançoya giran a erdhejê ku ji wan re hatiye raporkirin, belav kir.
Li gorî rapora OCHAyê di serî de li bijarên Efrîn, Idlib, Heleb û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê, di erdhejê de zêdetirî 4 hezar û 300 kesan can daye û zêdetirî 7 hezar û 600 birîndar jî hatine raporkirin.
Li aliyê din li gorî çavkaniyên ji nav Sûriyê hejmara mirinan 6 hezar kesan derbas kiriye.
OCHAyê daye zanîn ku beriya erdhejê pêwîstiya 4,1 milyon kesan bi alîkariyan hebû, lê niha pêwîstiya alîkariyê gihîştiye asta herî bilind ku niha dezgehên NY li seranserê Sûriyê operasyonên alîkariyê zêde dikin.
Li aliyê din Berpirsê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus jî ragihand ku ji bo mexdûrên erdhejê yên Sûriye û Tirkiyeyê wan helmeteke lezgîn bo berhevkirina 43 milyon dolaran daye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin