Bingeha Nexwesxaneya Sengalê hate danîn

22 September 2024 23:46 0 dîtin
Bingeha Nexwesxaneya Sengalê hate danîn

PeyamaKurd - Li Şengalê, bi merasîmekê bingehên Nexweşxaneya Şengalê ku tê plankirin di nav 2 salan de û bi buhayê 77 milyar dînarî bê temamkirin, hate danîn.

Di merasîmê de Waliyê Nînovayê Abdulkadir Dexîl da zanîn ku projeya Nexweşxaneya Şengalê di çarçoveya bûdceya hikûmeta Herêma Kurdistanê de û bi bernameya hikûmeta federal wê bê temamkirin û dom kir: "Ji bo vejandina navçeyê, bi rêya jinûveavakirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyan û ji bo bilezkirina vegera malên xwe ya penaberan ev proje pir gring e.."

Abdulkadîr Dexîl diyar kir ku ji bo bidestxistina mafên xwe bi berdêl û mazûvaniyê ew ê li cem gelê Şengalê bin.

Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Parlamenya Iraqê Viyan Dexîl jî di merasîmê de di derbarê mijarê de ragihand ku hatiye plankirin ku Nexweşxaneya Şengalê di heyama 2 salan de û bi bihayê 77 milyar dînarî bê temamkirin.

Viyan Dexîl amaje bi wê yekê jî kir ku weke PDK, ew li Parlamena Iraqê, hemû hewlên xwe didin da ku terxankirina lêçûnên avakirina nexweşxaneyê ji bûdceya hikûmeta federalî bê dabînkirin.

Viyan Dexîl diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo xizmeta navçeya Şengalê û gelê wê bidomînin.