Duhok | Li Amedîyê kevirê binyatî yê 5 projeyên xizmetê hate danîn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 4ê Nîsanê bi razîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û beşdariya parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter, kevirê binyatê yên hejmarek projeyên xizmetê li sînorê qezaya Amêdiyê hate danîn.
Bi beşdarîya Parêzgarê Duhokê Elî Teter, kevirê binyatî yê xizmetkarî li her du nehiyeyên Çemank û Sersinkê yên qezaya Amêdiyê bi nirxê zêdetirî şeş milyar dînaran hate danîn.
Elî Teter di civîna rojnamevanî de ragihand, “Ew proje bi razîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û li ser budceya taybet a parêzgeha Duhokê hatine bicihanîn”.
Teter got: “Bi bicihanîna van pirojeyan, kertê geştyarî li sinorê qezaya Amêdiyê û taybet li her du nahyeyên Sersink û Çemankê pêş dikeve. Heftiya bê jî em dê berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyên din jî li sinorê vê qezayê dabinin”.
Her 5 projeyên ku têne çêkirin wiha ne:
1. Danana berê binyatî ji bo çêkirina rêya Geliyê Çelok - Siyarê bi dirêjahiya heft kîlometran û bi gojimê yek milyar û 374 milyon dînaran.
2. Danana berê binyatî ji bo çêkirina rêya Avokê bi dirêjahiya şeş kîlometran û bi gojimê yek milyar û 32 milyon dînaran.
3. Danana berê binyatî ji bo çêkirina rêya gundên Spîndar - Çelokê bi dirêjahiya sê kîlometran û bi gojimê 659 milyon dînaran.
4. Gehandina hêla karebê ji bo gundê Avokê û geliyê Avokê bi gojimê 216 milyon dînaran.
5. Danana berê binyatî ji bo bicihanîna hejmareka pirojeyan li sinorê nahyeya Sersinkê bi gojimê du milyar û 375 milyon dînaran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin