Biryar e wezîrên perwerde, xwendina bilind û wezîrê darayî ji bo Parlamentoyê bên vexwendin

01 September 2021 13:33 0 dîtin
Biryar e wezîrên perwerde, xwendina bilind û wezîrê darayî ji bo Parlamentoyê bên vexwendin

PeyamaKurd – Serokê Lijneya Perwerde û Xwendina Bilind li Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, di demeke nêzîk de her sê wezîrên perwerde, xwendina bilind û wezîrê darayî dê ji bo Parlamentoyê bên vexwendin û dê bi lijneya me re bicivin.

Îro Serokê Lijneya Perwerde û Xwendina Bilind li Parlamentoya Kurdistanê Ebdulselam Dolemerî îro 01.09.2021ê diyar kir: ‘’Lijneya me rêkeftiye ku demekî nêzîk de Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Perwerde Alan Hemeseîd û Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Ehmed ji Parlamentoya Kurdistanê re bên vexwandin û li gel lijneya me bicivin.’’

Derbarê armanca civînê de jî da zanîn: ‘‘Guftûgo li ser pirsgirêka mamosteyên wane didin û fermanberên bi peyman û sê yekemên zanko û peymangehan dê bê kirin, mekanîzmayekî guncaw divê bê dîtin.’’