Biryar hat dayîn ku hemû dahata Herêma Kurdistanê bikeve yek hesabê bankê

22 May 2023 17:49 0 dîtin
Biryar hat dayîn ku hemû dahata Herêma Kurdistanê bikeve yek hesabê bankê

PeyamaKurd – Piştî civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî hat ragihandin ku biryar hatiye dayîn êdî hemû dahatên herêma Kurdistanê di yek hesabê bankê de werin komkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna îro Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand: “Piştî guftûgoyan biryar hat dayîn ku hesabên bankî yên hemû çavkaniyên dahatê yên li seranserî herêmê di hesabeke bankê de bên yekkirin û dawîanîna dabeşkirina rêjeyî.”

Herwiha biryar hate dayîn, di demeke kurt de bi rêya sîstemeke elektronîkî girêdana bi hev a bank û xezîneya Herêma Kurdistanê bê kirin, hem ji bo parastina dahata giştî û hem jî ji bo zelaliya dahat û xerciyan ji bo danîna planên xerciyan, ji bo hevsengiya di navbera dahat û lêçûnan de.

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bal kişand ser ku niha bi alîkariya pisporên navxweyî û biyanî, kar ji bo avakirina sîstemeke darayî û bankî ya pêşketî û nûjen li Herêma Kurdistanê tê kirin.

Li gorî daxuyaniyê, mijareke din a civînê jî, behskirina maf û dahatên darayî yên Herêma Kurdistanê bûye di proje yasaya budceya Iraqê de ku niha li Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran e.

Hat destnîşankirin ku wê hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî rêkeftina petrolê ya 4ê Nîsana 2023yan û xalên wê yên di projeyasaya budceyê de be.