Serbest Lezgîn: Serok Barzanî biryar daye ku ji bo pêkanîna hilbijartinê hemû hewl bên dayîn

05 February 2023 15:28 0 dîtin
Serbest Lezgîn: Serok Barzanî biryar daye ku ji bo pêkanîna hilbijartinê hemû hewl bên dayîn

PeyamaKurd - Berpirsê Ofîsa Rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serbest Lezgîn îro 5ê Sibatê di civîneke rojnamevanî de ragihand, Polîtburoya PDKê û Serok Barzanî biryar dane ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îsal bên kirin hemû hewldan bên dayîn.

Serbest Lezgîn got: “Polîtburoya PDKê û Serok Barzanî biryar dane, hemû hewldan werin kirin, da ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di nava îsal de were encamdan.”

Lezgîn da zanîn: “Dibe ku hinek alî wek PDK cidî nebin ji bo çareserkirina kêşeyan û dirustkirina zemînekê ji bo pêkanîna hilbijartinan” û destnîşan kir: “Ew alî naxwazin vê berpirsyariya hevbeş hilgirin ku li ser me hemûyan e.”