Biryar hat dayîn ku Mulkiye Birtane serbest bê berdan

13 December 2019 13:57 0 dîtin
Biryar hat dayîn ku Mulkiye Birtane serbest bê berdan

PeyamaKurd – Derbarê Parlementera berê ya HDPê Mulkiye Birtane de biryara serbest berdanê hat dayîn.

Siyasetmedar Mulkiye Birtane ku ji ber xebatên xwe yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi hinceta ‘endamtiya rêxistina terorî’ doz lê hatibû vekirin û bi awayekî girtî dihat darizandin dê were berdan.

Parezêrên Birtane bi sedema nexweşînê serî li dadgehê dan ku ew were berdan. Birtaneya ku tê gotin bi penceşêrê ye dê serbest were berdan.

Biryara berdanê parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ragihand. Guven diyar kir ku dê Mulkiye Birtane bêberdan.

Di 26ê Mijdara 2018an polîsan bi ser malan de girtibû û Birtane wê demê hatibû desteserkirin. Dozgeriyê xebatên wê yên KCDê kiribû sedem û bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” dadgehê biryara girtina wê dabû. Birtane ji 30ê Mijdara 2018an û vir ve di girîtgehê de bû.