Serbest Lezgîn: Biryar hat dayîn ku lîwayên parastina sînoran werin bihêzkirin
PeyamaKurd – Cîgirê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn diyar kir, ji bo zêdetir kontrolkirina sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel welatên cîran, sê hezar kes wê di hêzên parastina sînoran de werin damezrandin.
Serbest Lezgîn do ji K24ê re da zanîn, biryar e 3000 kes ji xelkê deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran di rêzên parastina sînoran de werin damezrandin.
Herwiha derbarê armanca damezrandina sê hezar kesan di rêzên parastina sînoran de Serbest Lezgîn got, armanca vê yekê, çavdêriya sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel welatên cîran û kontrolkirina hatûçûna navbera Herêma Kurdistanê û wan welatan e, biryar hatiye dayîn ku lîwayên parastina sînoran werin bihêzkirin û ji aliyê lojîstîk û mirovî ve pêwîstiyên wan werin dabînkirin.
Cîgirê Wezareta Pêşmerge eşkere kir, bi tu awayî hêzên Iraqî ji bo deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê nayên şandin, hemû çekdarên hêzên pasewaniya sînoran ku erkê parastina sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel welatên cîran li xwe digrin, xelkê navxwe yên Herêma Kurdistanê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin