Blokaja 7 mîlyar dolarê Îranê ya li  Kore ya Basûr rabû

13 August 2023 01:01 0 dîtin
Blokaja 7 mîlyar dolarê Îranê ya li  Kore ya Basûr rabû

PeyamaKurd – Serokê banka nevendî ya Îranê Muhammed Riza Ferzin ragihand ku blokaja ser perê wan yê li Kore rabûye. Ferzîn got ku wê pere ji Wonê bikin Evro û bişînin bankayên Îranê yên li Qatarê. Wê Îran karibe bi wan pera alavên ku di derveyê lîsta dorpêçên ser Îranê de ne, serf bike. Eger pere transferî Qatarê bibe, dikarin bi faîz jî pere di bankayê de bihêlin.

Ferzîn ragihand ku pere bi perê Kore di bankayan de maye û perê Kore Won li hemberê dolar qiymet kêm kiriye û zerara Îranê di vê mijarê de 1 mîlyar dolar e.

Ferzîn got ku li çend welatên din jî perê Îranê yê blokekirî heye, wê karibin wan pereyan jî bikarbînin û wê bandorê li bazara Îranê bi erênî bike.

Koşka Sipî ragihandibû ku 5 girtiyên Amerîkî yên li Îranê ji zîndanê derxistibûn û wan xistibûn hebsa malê de û li hember vê kiryara Îranê Amerîka perê Îranê serbest berda.