Bloomberg: Rusya ligel wî welatî, hewil dide planên Biden pûç bike

17 April 2023 14:30 0 dîtin
Bloomberg: Rusya ligel wî welatî, hewil dide planên Biden pûç bike

PeyamaKurd- Bloombergê îdia kir ku Rusya û Erebîstana Siûdî, ji bo pûçkirina planên Serokê Amerîkayê Joe Biden, hevbendek ava kiriye.

Nivîskarên Bloombergê Ziad Daoud û Courtney McBride bi bîr xistin ku Amerîka di sala 2020î de di nakokiya buhayê ya di navbera endamên OPECê de rola 'aştîxwaz' lîst û îro tekez kirin ku Washington, ji bo beşdarên hevpeymaniyê bûye hedef.

Di dewama nivîsê de hat gotin ku "Hevbendiya petrolê ya Erebîstana Siûdî û Rusyayê, potansiyela xwe heye ku bibe sedema her cûre pirsgirêkan ji bo aboriya Amerîkayê û hem jî ji bo kampanyaya Serok Joe Biden ji bo ji nû ve bijartinê.

Daoud û McBride tekez kirin ku koma bihêzkirî ya OPEC + ya bi pêşengiya Rusya û Erebîstana Siûdî, zengilên alarmê ji bo bihayên neftê lêxistiye, enflasyon gur kiriye û metirsiyên paşketinê zêde kiriye.

Nivîskaran bi bîr xist ku biryara kêmkirina hilberîna petrolê ya di 2yê Nîsanê de hat ragihandin, her bermîlek petrolê bi qasî 5 dolaran zêde kir.