Bo 4 saredariyên HDPê qeyûm hatin erkdarkirin

23 March 2020 10:44 0 dîtin
Bo 4 saredariyên HDPê qeyûm hatin erkdarkirin

PeyamaKurd – Bo şaredariyên Batmanê û navçeyên Amedê yên Farqîn, Lîcê û Erxeniyê ku di destê HDPê de bûn, qeyûm hatin erkdarkirin.

Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Batmanê Mehmet Demir û Songul Korkmaz, Hevşaredarên Farqînê, Naşîde Toprak û Abbas Azîzoglû ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji peywîrê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin erkdarkirin.

Polîsan bi ser mala Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak de girtin û desteser kirin. Piştî tayînkirina qeyûm avahiya şaredariyê bi polîs û wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de, HDPê 3 şaredariyên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok, bi tevahî 65 şaredarî qezenc kiribûn.  Bi erkdarkirinê qeyûmên dawiyê hejmara şaredariyên HDPê ku qeyûm bo wan hatiye erkdarkirin derkete 36 kesan

Ev yek di demekê de ye Tirkiyê û seranserê cîhanê bi vîrûsa koronayê  (Covid19) re mijûl û Tirkiyê jî di nav de ji welatiyan tê xwestin ku ji malên xwe derneyên.