Bo saredariyên Peyas û Erdîsê jî qeyûm hatin erkdarkirin

22 October 2019 10:29 0 dîtin
Bo saredariyên Peyas û Erdîsê jî qeyûm hatin erkdarkirin

PeyamaKurd – Ji bo Şaredariyên HDPyê yên Amedê, Peyas, Bismil û Karazê û navçeya Wanê Erdîşê jî qeyûm hatin erkdarkirin.

Piştî ku Hevşaredara Peyasê Kezban Yilmaz desteserkirin îro (22.10.2019) qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê kirin. Polîsan îro serê sibê avahiya şaredariyê dorpêç kirin û nehiştin endamên meclîsê têkevin şaredariyê. Serê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê ya Amedê kirin.

Hevşaredarên Navçeya Wanê ya Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek ji 15ê cotmehê ve di binçavan de ne û hêj îfadeyên wan nehatine girtin. Vê sibehê bi biryara wezareta navxweyî qeymeqamê navçeyê Nurî Mehmetbeyoglu wek qeyûm bo  şaredariyê hat erkdarkirin.