Li 28 saredariyên HDPê qeyûm hatin erkdarkirin

07 December 2019 14:36 0 dîtin
Li 28 saredariyên HDPê qeyûm hatin erkdarkirin

PeyamaKurd – Piştî navçeya Aviskê ya bi ser Bişêriya Batmanê ve ji bo Bêgirî, Qerqelî û Elbaka Wanê jî qeyûm hatin erkdarkirin.

Bi tayînkirinên vê dawiyê re hejmara şaredariyên HDPyî ku bo wan qeyûm hatiye erkdarkirin bû 28.

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya lêpirsîneke terorê de hevşaredarên navçeyên Bêgirî, Qerqelî û Elbak a Wanê yên di deste Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi hinceta lêpirsîna terorê hatibûn desteserkirin.

Wezarete Navxwe yê Tirkiyê li şuna şaredaran qaymeqamên wan naçveyan wekî qeyûm tayin kirin û bi tayînkirinên vê dawiyê re hejmara şaredariyên ku bo wan qeyûm hatiye erkdarkirin derket 28an.

HDP di hilbijartinên şaredariyan de 56 şaredarî qezenc kiribûn.