Bo 6emîn salvegera Qirkirina Êzidiyên Sengalê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê 6emîn salvegera Qirkirina Şengalê de peyamek belav kir û tê de ragihand, bi xem û kovan şehîdên wê komkujiyên bi bîr tînin ku di encama êrîşên hovane yên terorîstên DAIŞê de, bi hezaran mirovên bêtewan bi komî hatin kuştin û revandin û koçber bûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje, ‘‘Komkujiya Şingal û derdora wê, yek ji direndetirîn tawana li dijî mirovatiyê di dîroka hevçerx de tê hejmartin ku beşek ji êrîşa berfireh li dijî gelê Kurdistanê bû. Tevî hemû wê karesat, ferman û komkujiya bi serê xwişk û birayên Êzidiyan hatiye, lê bi berevanîkirina li ziman, nasname, kultur û ola xwe berdewam in.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê komkujiya Kurdên Êzidî bi yek ji “tawanên herî hovane yên li dijî mirovatiyê di dîroka hevdem de” binav kir û got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hewldanên xwe yên bo azadkirin û vegerandina ew kesên ku hatine revandin berdewam dibe.”
Mesrûr Barzanî tekez dike, “Komkujiya Şengalê û ya derdorê, yek ji tawanên herî hovane yên li dijî mirovatiyê di dîroka hevdem de tê bilêvkirin, ku beşek bû ji êrîşa berfireh a terorîstan ya li dijî gelê Kurdistanê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Di vê bîranîna xemgîn de, lazim e bi rêzdarî qurbanîdanên pêşmergeyên qehreman bo rizgarkirina Şingal û derdorê bi Serokatiya Serok Mesûd Barzanî jî werin bibîranîn.”
Mesrûr Barzanî herwiha spasiya helwesta xelkê Kurdistanê dike ku “Bi hawara xwîşk û birayên Êzidî ve çûn, lazim e tevahiya aliyan hevkar bin bo avedankirin û normalkirina rewşa Şingalê bi awayek ku ti hêzeke çekdar ya biyanî û milîşa li Şingalê nemînin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta federalî hemaheng bin bo parastina ewlekariya deverê.”
Her di wê peyamê de Mesrûr Barzanî tekez dike, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hewldanên xwe yên bo azadkirin û vegerandina ew kesên ku hatine revandin û heta niha mane berdewam dibe, hejmareke gelek zêde ji wan, beriya niha bi hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine rizgarkirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê jî dike, “Qerebûya xwîşk û birayên me yên Êzidî bike û hevkariya awareyan bike û derfetan xweş bike da ku bi serfirazî vegerin deverên xwe” û di dawiya peyama xwe de jî dibêje, “Silav bo canê paqêjê şehîdên Şengal û tevahiya şehîdên Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin