Îro 6emîn salvegera Qirkirina Êzidiyên Sengalê ye!
PeyamaKurd - Berî niha bi şeş salan, rêxistina terorîst DAIŞê girt ser warê Kurdên Êzidî Şengalê, jin, zarok, kalemêr-pîrejin jî di nav de, ji 5 hezaran zêdetir Kurdên Êzidî qetil kirin, bi sedan mêr kuştin û bi hezaran jinên Êzidî kirin kole. Bi hezaran kes dîl girt, bi sed hezaran kes koçber kir û komkujiyeke mezin pêk anî. Piştî komkujiyê bi hezaran jin li bazaran wek kole hatin firotin.
Şeş sal berê, di 3yê Tebaxa 2014an de, çekdarên rêxistina tororîst DAIŞê, di saet 2yê şevê de girt ser Şengalê, li ber çavê hemû cîhanê ji 10 salî mezintir hemû xort û mêr kuştin, 7 hezar jin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin, cara yekem li pêşiya hemû cîhanê jin li bazaran hatin firotin, bi dehan gorên komî yên Êzidiyan hatin dîtin. Trajediya herî mezin, hîn jî rewşa zêdetirî 3 hezar jinan ne zelal e.
Ji nav 200,000 kesên ji malên xwe ji bajarê Şengalê û gûndên dewrûber revyayîn, nêzîkî 50,000an xwe li çiyayê Şengalê girtin. Şervanên DAIŞê dora wan girt û li ser çiyayî asê man. Di sê rojan de, bi dehan Êzidî, tevahiya wan zarok ji tîna mirin. Wan bangî xelkê xwe li seranserî cîhanê û li Amerîka kir, da ku herin hewara wan û wan ji wê dorgirtinê rizgar bikin.
Di 4ê Tebaxa 2014an de, Mîrê Êzidiyan banga xwe gîhand rêberên cîhanê ji bo alîkariyê. Welatên Yekgirtî Amerîka, bersiva wê bangê da û dest bi êrîşên balafiran li dijî DAIŞê kir, piştevaniya alîkariyên mirovanî ya xwarin, av û vexwarinê ji balafiran kirin.
Ev alîkariya pêşîn bû, bû sedema pêkanîna hevbendiyek nêvneteweyî bo şkandina DAIŞê û destkpêka dawiya DAIŞê. Heta nîvê meha Kanûna 2014an, hêzên Kurdan dest bi yekem qonaxa kampanya derxistina DAIŞê ji Şengalê kir û berî sal bi dawî bê, wan beşek bajar rizgar kir. Di 13ê Çirya Paşî, rojekê berî destpêkirina qonaxa duyan, hêzên Kurdan yên Êzdiyan bi piştevaniya êrîşên balafirên hevpeymanê, bi yek carî Şengal ji destê DAIŞê rizgar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin