Bo Selçuk Mizrakli heya 15 salan ceza tê xwestin
PeyamaKurd- Selçuk Mızraklı yê ku şaredarê Diyarbekirê bû û ji aliyê wezîrê karên hundir yê Tirkiyê de ji wezîfê hat ezilkirin û paşî hat zîndanîkirin, bilez daxwaznameya dozger bo wî hat amadekirin û niha ji 7 salan heya 15 salan jê re ceza tê xwestin. Sedema xwestina ceza ew e ku “endamê rêxistina terorê ya çekdar” e.
Daxwaznameya ku bo wî ji aliyê dozger de hat amadekirin, ji aliyê dadgeha cezayê giran ya 11 emîn ya Diyarbekirê de hat qebûlkirin. Endamekî PKKê ku bi navê kod “Bermal” e 3 sal berê li Nisêbînê teslîm bûye û li ser Mızraklı îfade daye. Kesê ku li serê îfade dide, dibêje ku wan ji çiya birîndarekî aniye û Mızraklı li nexweşxaneyeka taybet wî emeliyat kiriye. Nehişitiye bikeve destê polîs.
Di temamê daxwaznameya dozger de îfadeyê wî kesê ku goya îtîrafa samîmî kiriye heye û xuya dike ku Mızraklı li ser îfadeyê wî, jê re ceza tê xwesitn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin