"Bo têkosîna li dijî terorê divê wezîfa koalîsyonê dewam bike”

25 November 2020 01:41 0 dîtin
"Bo têkosîna li dijî terorê divê wezîfa koalîsyonê dewam bike”

PeyamaKurd – Li payîtexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê Fransayê yê li Bexdayê Bruno Aubert û heyeta pêre qebûl kir. Barzanî di hevdîtinê de behsa têkoşîna li dijî terorê kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pêdiviya Herêma Kurdistanê bi desteka Fransayê û civaka navdewletî heye û bo têkoşîna li dijî terorê û çareseriya arîşeyan, divê koalîsyona navdewletî wezîfa xwe dewam bike.

Di hevdîtinê de Barzanî behsa koçberên Iraqê kir û got ku Herêma Kurdistanê layangirê dagera koçberên Iraqê ye bo ser axa xwe û bi xwesteka xwe. Bo koçber dagerin ser axa xwe, divê li deverên wan asasayîş, îstîqrar û xizmetên bingehîn bên temînkirin. Barzanî ragihand ku ew deverên ji terorê zerarê dîtine divê ji nûh de bên îmarkirin.

Heyeta Fransayê û balyozê Fransayê gotin ku di têkoşîna bi terorê re û di çareseriya mijarê de, wê destekê bidin Herêma Kurdistanê û Iraqê û desteka xwe dewam bikin.

Di hevdîtinê de her weha behsa pêşdeçûnên di seha siyasî û ewlehiyê de, têkoşîna bi terorê re, peymana Şengalê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û têkiliyên bi dewletên cîran re hatin kirin.