Boko Haramê zêdetirî sed xwendevanan revand

07 March 2024 22:30 0 dîtin
Boko Haramê zêdetirî sed xwendevanan revand

PeyamaKurd – Li dewleta Nîjeryayê li bajarokê Kurigayê rêxistina Boko Haramê ji sedî zêdetir xwendevanên ku li sehayê bûn tevî mamosteyekî wan revand. Şahidên bûyerê ragihandine ku kesên motoran dajotin bi zorê ketine nav dibistanê, mamosteyekî û xwendevanan birine.

Şahidên bûyerê her weha gotine ku kesên çekdar ketine seha dibistanê, ji sedî zêdetir xwendevanên ku temenên wan di navbera 8-15an de bûne bi mamosteyekî wan ve birine. Şahidekî din yê bûyerê gotiye ku çekdaran li xwendevanekî xistine û niha li nexweşxana Gwariyê tê dermankirin.

Heya niha hukumeta Nîjeryayê di mijarê de ti agahî nedaye.